Li Şamê teqîn

Hate ragihandin ku bombeyek bi erebeyekê de li herêma Mezê ya Şamê teqiya.

Li Şamê teqîn
13 nîsan, 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihand ku li herêma Mezê ya Şamê bombeyek bi erebeyekê de teqiyaye û tenê zirarên madî çêbûne. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku kesên nenas, bombe di erebeyekê de li qada El Huda ya bi 2 kîlometreyan dûrî balyozxaneya Îranê, bi cih kirine û tenê zirarên madî çêbûne.

SOHR`ê da zanîn ku di erebeyê de kesek tune bûye û nasnameya kesê hedefgirtî nehatiye zanîn.

Li heman herêmê Îsraîlê balyozxaneya Îranê bombebaran kiribû û di encamê de 16 kes hatibûn kuştin ku 7 jê fermandarên Pasdarên Îranê bûn.

(şx)