Moskovê keştiyên şer û yên barhilgir gihandin peravê Sûriyeyê

Piştî rêkeftineke di navbera Moskov û Şamê de, karwanek Rûsyayê ku ji keştiyên şer û keştiyên barhilgir pêk tê, gihîşt Tartûsê.

Moskovê keştiyên şer û yên barhilgir gihandin peravê Sûriyeyê
14 îlon, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek agahdar ji Reuters’ê re diyar kir ku karwanek Rûsyayê ku ji keştiyên şer û keştiyên barhilgir pêk tê hefteya borî gihîşt perava Sûriyeyê da ku pêdiviyên weke cebixlane bigihîne baregehên Tertûs û Himêmîmê. 

Li gorî Reuters’ê, karwana ji 4 keştiyan pêk tê di 7’ê Îlonê de gihîşt perava Sûriyeyê, keştiya petrolê jî li hember peravê ma.

Çavkaniyek leşkerî yê Sûriyeyî û karsazekî Sûriyeyî-Rûsyayî got keştiyên Rûsyayê barên xwe li baregehên Himêmîm û Tertûsê danîn.

Li gorî rêkeftina di 9’ê Tebaxê de hatibû ragihandin, dê baregehên sivîl ên Rûsyayê bi kar tîne divê bikevin bin serweriya Sûriyeyê û veguherin navendên leşkerî yên perwerdekirina hevbeş, lê divê hêzên Rûsyayê li her du baregehan bimînin.

(f)