Partiya Yekîtiya Suryanan êrişên li El Suqeylabiyê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Suryanî êriş û kiryarên tundiyê yên li dijî sivîl û milkên li bajarokê El Suqeylabiyê li gundewarê Hemayê şermezar kir û daxwaza destwerdana dewletê û hesabpirsîna berpirsiyaran kir.

Partiya Yekîtiya Suryanan êrişên li El Suqeylabiyê şermezar kir
4 cotmeh, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê de, Partiya Yekîtiya Suryanî êriş û kiryarên tundiyê yên li dijî sivîl û milkên li bajarokê El Suqeylabiyê li gundewarê Hemayê şermezar kir.

Partiyê diyar kir ku tiştê qewimî "ne bûyerek nû ye" û destnîşan kir ku bajarok di demên dawî de rastî alozî û êrişên bi vî rengî ji deverên cîran hatiye, tevî têgihîştin û rêkeftinên di navbera rûspiyên herêmî de jib o pêşî li dubarebûna bûyerên bi vî rengî bigirin.

Partiyê bang li saziyên dewletê kir ku bi biryar û qanûnî mudaxele bikin û berpirsiyarên êrişan darizînin. Her wiha diyar kir ku dadweriya veguhêz û hesabpirsîn berpirsiyariya dewlet û dadweriyê ye, ne ya kesan an koman e û hişyarî da ku nebûna serweriya qanûnê û destûrdayîna ku mesele bi mantiqa tolhildan û kaosê werin birêvebirin, aştiya sivîl tehdît dike û rageşiya di navbera gelê Sûriyeyê de zêde dike.

Partiya Yekîtiya Sûryanî xwest ku lêpirsînek qanûnî ya zelal û serbixwe li ser kiryarên êrişû gulebaranê were kirin, kesên berpirsiyar werin destnîşankirin û hemû kesên ku îsbat bûye ku beşdarî wan bûne werin darizandin. Her wiha daxwaza parastina sivîlan û milkê wan û pêşîgirtina li gef û çavtirsandinê li ser bingeha olî an herêmî kir.

(k)

ANHA