Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê êriş

Vê sibehê êrişî baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê hate kirin. Koma ‘Meqawmey Îslamî’ berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê êriş
17 mijdar, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku saet di 10:20’an de denge teqînekê ji nêzî balafirxaneya leşkerî ya navçeya Herîr a Hewlêrê hatiye bihîstin û piştî wê jî êrişî baregeha hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li nav balafirxaneyê hatiye kirin.

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) têkildarî êrişê daxuayiyek da û berpirsyariya wê girt ser xwe. Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi rêya balafireke bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya li Herîrê ya Hewlêrê hate kirin û gihaşt armnca xwe.”

Têkildarî ziyanan ji ber teqînê çêbûne, agahî bi dest neketin.