Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li saziyên pêwendîdar dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir
17 mijdar, 2023   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Bi heman rengî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li heman saziyan dan.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.