Li deriyê Sêmalkayê sîstema nû  ya gumrikê

Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalkayê ragihand ku vê hefteyê dê sîstemeke nû ya gumrikê li deriyê sînor were bicihkirin.

Li deriyê Sêmalkayê sîstema nû  ya gumrikê
11 nîsan, 2026   15:49
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku rêveberên deriyê sînor ê Sêmalkayê dane ajansa me, ji bo bicihanîna sîstemeke nû ya gumrikê amadekarî têne kirin.

Rêveberên deriyê Sêmalkayê diyar kir ku sîstema nû bi navê "Koordînator" e û agahî dane ku sîstema nû di çarçoveya bicihanîna peymana entegrasyonê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tê bicihanîn.

Rêveberan da zanîn ku sîstema nû ya gumrikê dê vê hefteyê were pêkanîn û aşkera kir ku dibe ev sîstem bibe sedema bilindbûna bacên gumrikê û di encamê de buhayên kel û pelan bilind bibin.

(bb)