Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar

Li Qamişloyê ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar. Ajokar dixwazin bihayên çûyîn û hatinê werinkirin. 

Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
Ajokarên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar
11 nîsan, 2026   15:47
QAMIŞLO

Ajokarên servîsan ên xeta Qamişlo-Dêrikê li geraca Qamişloyê derneketin kar û protesto kirin. Ajokaran ji aliyên têkildar xwest bihayên çûyîn û hatinê zêde bikin.

Ajokaran da zanîn ku ew ji Qamişloyê heyanî Hesekê 10 hezar lîreyên Sûriyeyê digirin, heyanî bajarê Tirbespiyê 5 hezar û heyanî Dêrikê jî 11 hezar lîre. Ajokar ji aliyên têkildar dixwazin biha zêdetir bibin û heqê rêya heyanî Hesekê bibe 15 hezar, Tirbespiyê 8 hezar, Dêrik 15 hezar, Çilaxa û Rimêlan 12 hezar be.

Ajokeran got ew di çûyîn û hatinê de gelek mesrefê dikin û berî 20 rojan daxwaza xwe bi fermî rakirine aliyên têkildar. Piştî wê li ser daxwaza wan komîteyek hatiye avakirin û rewşa wan lêkolîn kiriye. Bi lêkolînê re hatiye zanîn ku temîra erebeyan gelekî buha bûye. Ji ber vê yekê komîte û Rêveberiya Veguhastinê ya bajar daxwazên wan qebûl kirine lê Desteya Şaredariyê hîna ev biryar îmze nekiriye.

Berî niha ajokaran careke dîtir protesto kiribû û daxwaz kiribû ku biha werin zêdekirin. Lê belê heyanî niha pirsgirêka wan çareser nebûye.

Her wiha ajokaran diyar kir ku rê gelekî xirab bûne. Li gorî komîteya rewşa ajokaran û pêdiviyên wan lêkolîn kiriye, erebe ji ber xirabûna rê gelekî xirab dibin û parçeyên erebeyan ji sedî 50 biha bûne.

Her wiha ajokaran diyar kir ku servîsên dixebitin ji ber gelek sedeman zirarê dibînin û daxwaz ji aliyên têkildar kirin ku zû pirsgirêka wan çareser bikin û bihayan li gorî rewşa heyî zêde bikin.

(np)

ANHA