Li Dêrikê jinan komploya navneteweyî gotûbêj kir

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê der barê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan semînerek lidar xist.

Li Dêrikê jinan komploya navneteweyî gotûbêj kir
9 sibat, 2025   15:28
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan (15’ê Sibata 1999’an), Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, semînerek li dar xist.

Semîner bi beşdarbûna bi dehan jinan û malbatên şehîdan, li navenda Dicle ya çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin:

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bihar Mihemed semîner da û bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan a ji bo gelên bindest û bi taybet ji bo jinan.

Bihar der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser demokrasî, aştî û jiyana hevbeş a gelan de axivî û destnîşan kir ku fikir û ramanên wî wê li herêmê û cîhanê azadiyê û aştiyê pêk bîne.

Bihar ji bo bidawîkirina sistema işkence û qirkirinê ya li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, banga xurtkirina têkoşînê kir.

(k)