Îsraîlê êrişî gundewarên Quneytîra û Colanê kir

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê gundewarên Quneytîra û herêmeke nêzî Colanê bombebaran kirin.

Îsraîlê êrişî gundewarên Quneytîra û Colanê kir
19 cotmeh, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li başûrê rojavayê bajarokê Heder ê gundewarên Quneytîrayê nuqteyek bombebaran kir.

Li gorî SOHR’ê, artêşê li herêma Sihêta ya nêzî Colana dagirkirî jî baxên cotkaran jî bombebaran kirin. Têkildarî windahiyan agahî nehatin parvekirin.

(bb)