Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girke Legê û Çilaxa 3 şehîdên QSD'ê oxir kirin.

Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
17 adar, 2026   15:11
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma cenaze yê şervanên QSD'ê Raman Soro (Abdullah Dadak) ê 20'ê Çile li ser rêya Ebyed şehîd bûye, Şerzan Sason (Îsmet Atalayî) yê 18`ê Çile şehîd bûye û Milîtan Rojava (Mihemed Xişo) yê 17`ê Çile li Reqayê şehîd bûye li dar xist.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Xebat bi beşdariya şêniyên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê hat lidarxistin. Girse bi dirûşma `Şehîd Namirin` karwanê şehîdan pêşwazî kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Mihemed Adil axivî û got: "Şehîd sînoran nas nakin. Ji tevahiya Kurdistanê tev li şoreşa Rojava bûn û şehîd bûn. Em soz didin şehîdan ku rêça wan bişopînin û deskeftiyên bi fedakariya wan hatin bidestxistin, biparêzin.''

Li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) fermandar Viyan Efrîn axivî û wiha got: "Di şerê li ser me hatî ferzkkirin de, helwesta şervanan a li qada berxwedanê û şehadeta wan di rêya parastina rûmetê de hişt ku em îro li ser lingan bin û serbilind in.  Berxwedana wan di dîrokê de hat nivîsandin.''

Piştî axaftin bi dawî bûn wesîqeyên şehîdan hatin xwendin. Cenazeyên şehîdan  bi dirûşmên `Şehîd Namirin` spartin axê.

(np)

ANHA