‘Vegera koçberan Efrînê taloqê piştî Newrozê hat kirin’

Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî diyar kir ku sedema taloqkirina vegera koçberan bo warê xwe bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin û destnîşan kir ku dibe ku piştî Cejna Newrozê vegerin.

‘Vegera koçberan Efrînê taloqê piştî Newrozê hat kirin’
17 adar, 2026   14:57
QAMIŞLO  

Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ku dê 12’ê Adarê (2026) pêk bihata taloq bû ji ber sedemên ne diyar talok bû. di derbarê mijarê de Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro wan ji bo çûyînê 200 malbalt amadekir lê komîteya ku li ser vê berpirsyare agahî dan ku wê niha verger rawestandie heta piştê newrozê.

 Heftaro destnîşan kir ku “Sedema ku veger hatiye taloqkirin dibe ku ji ber riya M4 hatiye kmirin.

Heftaro di berdewamiya axaftina xwe da wiha got:divêya bû heta Newrozê hemû koçber vegerînin lê ji ber hîn sedemên welekariye pêk ne hat.

Heftaro di dawiya axaftina xwe de bangawazî ji gelê Efrînê kir ku em vedigerin lê divê em rojên berê ji bîr bikin, divê em Efrînek nû û rojek nû bi hev re ava bikin.  

(fk)

ANHA