Şehîd Mihemed Yûsif bi merasîmekê hat oxirkirin

Şervanê QSD'ê Mihemed Mutai Yûsif bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê hat oxirkirin.

17 adar, 2026   15:28
HESEKÊ

Şervanê QSD'ê Mihemed Mutai Yûsif ê ku 18'ê Çile (2026) li bajarokê Mekmenê yê Hesekê de şehîd bibû, îro bi merasîmekê ji aliyê bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û koçberên Serêkaniyê ve hat oxirkirin. Merasîmê oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Ber Kevirê hat lidarxistin

Piştî deqeya rêzgirtinê,  endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Waşûkanî Beşar Koş axivî û got:" Ez hemû şehîdên Rojava bibîr tînim. Ji bo parastina herêmê ji êrîşan canê xwe feda kirin. Em ê rêya wan bişopînin û rêwîtiya wan a têkoşînê berdewam bikin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê jî diyar kir ku şehîd Mihemed ji malbateke welatparêz a Serekaniyê ye, piştî êriş dest pê kir berê xwe da eniya şer. Berxwedan Amûdê got:"Gelê Kurd ji bo parastina rûmet û xaka xwe têdikoşe. Di vê rêyê de gelek bedel û şehîd dan. Têkoşîn bi fedakariya şehîd û şervanan didome. "

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Mihemed Yûsif hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyan spartin axê.

(np)

ANHA