Dîmenên hovîtiya artêşa Tirk a li Nexweşxaneya Minbicê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar û nexweşên li nexweşxaneyê bajarê Minbicê qetil kirin. 

Dîmenên hovîtiya artêşa Tirk a li Nexweşxaneya Minbicê
10 kanûn, 2024   13:26

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ev 2 roj in bi tang, top û balafiran êrîşî bajarê Minbicê dikin û bi riya şaneyên veşartî ketin nava bajar, hovîtiya xwe ya ku tu pîvanên mirovî û exlaqî nas nakin, derxistin lutkeyê. 

Komek çeteyan ketin nexweşxaneyek li nêzî derdora çerxerêya aşxaneyê ku bi dehan welatiyên di êrişan de birîndar bibûn, lê diman. Çeteyan 2 birîndarên li nexweşxaneyê bi rengekî hovane gulebaran û qetil kirin.

Di dîmenên ku li ser platformên medyaya dijîtal hatine belavkirin de, tê dîtin ku çete dikevin nexweşxaneyê û diçin odeya ku 2 birîndar lê hene. Çete bi Erebiyeke qels destpêkê bi birîndaran re di axivin. Çete piştre jî guleyan li herdu birîndaran direşînin û wan qetil dikin.

Li gorî çavkaniyeke taybet, çeteyan bi heman rengî bi dehan birîndar û nexweşên di hundirê nexweşxaneyê de qetil kirine.

DUH JÎ 10 SIVÎL QETIL KIRIBÛN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh (9 Kanûn 2024) jî gundê Xerafan ê Minbicê bi balafira bêmirov û bi çek bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de 10 welatî hatibûn qetilkirin.

Beriya wê jî komkujiyek li gundê “El-Mustareha” yê bajarê Eyn Îsayê pêk hatibû û di encamê de 12 kesên ku piraniya wan zarok û jin bûn, hatibûn qetilkirin.