Li derdora Dêrazorê hestiyên kesên nenas hatin dîtin

Karkerên Saziya Kehrebê li herêma Rewad a gundewarê rojavayê Dêrazorê, ku di bin kontrola hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê de ye, hestiyên kesên nenas dîtin.

Li derdora Dêrazorê hestiyên kesên nenas hatin dîtin
14 kanûn, 2025   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansek hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, karkerên karkerên beşa kehrebê dema ku li herêma Rewad a li derdora bajarê Dêrazorê, ku di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ye, karê tamîrkirinê dikirin, hestiyên çend kesên nenas dîtin.

Li gorî heman çavkaniyî, ev dever di dema rêjîma Baasê de di bin kontrola hêzên Îranî de bû.

Heta niha tu agahiyên fermî der barê hejmara qurbaniyan an jî dema ku ew hatine veşartin de nehatine belavkirin. Li gorî nîşaneyan hin gorên din ên komî li derdora herêmê hene.

(ac/fr)

ANHA