Li Laziqiyê li dijî derengmayîna dayîna mûçeyan çalakî

Karkerên Saziya Giştî ya Titûnê ya Laziqiyê ji bo derengmayîna dayîna mûçeyan û xistina navên wan di lîsteya derxistina ji kar de çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Li Laziqiyê li dijî derengmayîna dayîna mûçeyan çalakî
14 kanûn, 2025   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan karkerên Saziya Giştî ya Titûnê (Rêcê) ya Laziqiyê îro li pêş avahiya parêzgariyê der barê derengmayîna dayîna mûçeyan a ji zêdetirî 3 mehan ve û li dijî derxistina komî ya 1200 karkeran ji kar çalakiyek li dar xist.

Karkeran daxwaza serfkirina mûçeyan, rawestandina siyaseta derxistina bêserûber a ji kar, misogeriya mafên wan a kar û debarê kir.

Karkeran diyar kir ku rêveberiya saziyê bi hinceta netesbîtkirina wan di kar de navên hejmarek mezin ji karkerên xistiye lîsteya derxistina ji kar. Vê yekê di nava karkeran de hêrsek çêkir, bi taybet di gel nebûna daxuyaniyek fermî ku pîvanên qanûnî zelal bike.

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku navên 1200 karkerên Saziya Titûnê di lîsteya derxistina kar de ye, ev yek jêderên rizqê bi sedan malbatên li Laziqiyê tehdîd dike.

Karkeran banga betalkirina biryarê û vekirina diyalogeke şefaf bi aliyên eleqedar re kir û hişyarî li ser pêkanîna biryarê da ku wê hêrsa karkeran zêde bike.

(fr)