Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin

Polîsan avêtin ser avahiya Rêxistina Navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê. Her wiha Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.

Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
18 mijdar, 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk îro di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrt a Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin partiyiyan ketin hundir, qilfeya derî jê derxistin û wisa ketin hundir. Polîsan, wêneyên di avahiya partiyê de, flama û pirtûk avêtin erdê û lêgerîna wan heta saet 11.00’ê berdewam kir. Piştî lêgerînê jî hinek wêne û pirtûk hatin desteserkirin.

Di heman demê de Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.