Li Dêrazorê mayînek bi erebeya QSDˊê de teqiya

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên çeteyên DAIŞˊê çandibû bi erebeyeke QSDˊê de teqiya, lê tu birîndarî çênebûn.

Li Dêrazorê mayînek bi erebeya QSDˊê de teqiya
8 mijdar, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku mayîneke şaneyên çeteyên DAIŞˊê li ser rêya bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê çandibû bi erebeyek QSDˊê de teqiya.

Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de tu şervanên wan birîndar nebûn, lê tenê zirarên sivik bi erebeyê de bûn.

(fr)