Ehmed El Şeri li DYA’yê ye

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri serdana DYA’yê kir.

Ehmed El Şeri li DYA’yê ye
9 mijdar, 2025   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, serokê hikumetê Ehmed El Şeri gihaşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). 

Beriya serdanê DYA’ê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed El Şeri û wezîrê wî yên karên derve ji lîsteyên terorê derxistibû.

Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlêbûna hikumeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.

(bb)