Karker ji ber nebûna kar û bihabûnê bi gazinc in

Li Hesekê karker dibêjin kar nîn e û ew nikarin debara jiyana xwe bikin. Yekitiya Karkeran a Hesekê jî dixebite da ku karkeran bi rêxistin bike û mafên wan bi dest wan ve bîne.

Karker ji ber nebûna kar û bihabûnê bi gazinc in
Karker ji ber nebûna kar û bihabûnê bi gazinc in
Karker ji ber nebûna kar û bihabûnê bi gazinc in
Karker ji ber nebûna kar û bihabûnê bi gazinc in
30 nîsan, 2026   04:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dolarê amerîkî ku bûye 13 hezar lîreyê Sûriyeyê û mazot jî derketiye 75 sentan. Ev yek bandoreke giran li ser rewşa aborî ya herêmê dike. Li beramberî vê yekê betalî heye, gelek şênî û bi taybet karker nikarin debara xwe bikin.

Karkerê bi navê Mustefa El Mihemed ku bavê 5 zarokan e, li bazara bajarê Hesekê dixebite û got ew ji ber betalî û bihabûna kel û pelan nikarin debara xwe bikin. El Mihemed anî ziman ku ev bûye 10 roj ew nexebitiye û wiha got: “Ev bûye 10 roj min kar nedît ku ez bixebitim. Pere bi min re nîn in û em nikarin debara xwe bikin. Ez dixwazim li bazarê buha werin şopandin û bikevin bin kontrolê. Herî kêm em bikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Em êdî nema dikarin tehemul bikin.”

‘BILA BAZAR BIKEVE BIN KONTROLÊ’

Karkerê bi navê Xelef El Ubêd jî got: “Kel û pel û mazot gelekî biha bûne. Dolar jî bilind bûye û kar nîn e ku em bixebitin. Divê bazar bikeve bin kontrolê û buha werin şopandin. Êdî ji ber bihabûnê û betaliyê em nema dikarin debara jiyana xwe bikin.”

Karkerê bi navê Hamid Abdulxenî got: “Ji ber dolar bilind bûye û her tişt biha bûye, em gelekî zehmetê dikişînin. Em çi qasî li kar digerin, em nikarin kar peyda bikin û bixebitin. Di van şert û mercan de gelekî zehmet e ku em pêdiviyên xwe pêk bînin.”

KARKERAN BI RÊXISTIN DIKIN

Hevserokê Yekitiya Karkeran Kemal Elî jî li ser mijarê got: “Beşeke karkeran karê sabit nake û heke karên rojane peyda bikin, dixebitin. Me têkilî li gel Şaredariya Gel a Hesekê çêkiriye da ku cihekî j karkeran re diyar bike û wan bi rêxistin bike. Bi rêya komîteyên taybet karkeran bi rêxistin bikin û kar li ser wan belav bikin da ku bikarin debara jiyana bikin.”

Elî da zanîn ku ew hewl didin di mewsimê çandiniyê de kar ji karkeran peyda bikin û niha têkilî bi werşeyên kar, saziyên têkildar û Yekitiya Peymankaran re çêdikin da ku karkeran bi rêxistin bikin û kar ji wan re bibînin.

(np)

ANHA