Rojnameyên erebî cih da ’Rêya Geşkirinê’ û hewldanên agirbestê li Xezayê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan rêya geşkirinê, hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê  û civîna Biden û Macron.

Rojnameyên erebî cih da ’Rêya Geşkirinê’ û hewldanên agirbestê li Xezayê
13 hezîran, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî ’Rêya Geşkirinê’ ya ji Iraq ber bi Tirkiyeyê ve de nûçeyek bi sernavê ’Piştperdeyên siyasî nîqaşên iraqî yên der barê rêbazên Rêya Geşkirinê de bi rêve dibin’ weşand. Hate gotin, nîqaşên aliyên iraqî yên girêdayî rêbaz û diyarkirina ’Rêya Geşkirinê’ ya ku dê bi hevkariya Iraq-Tirkiye-Îmrarat-Qeterê de  were diyarkirin nîşan dide ku projeya ’Rêya Geşkirinê’ derbasî qonaxa nîqaşên berfireh ên partîkê bûye.

Li gorî rojnameyê, mijara diyarkirina rêbazên ’Rêya Geşkirinê’ ji siyaseta dûr nine. Hate gotin, di nîqaşan de  aşkera bû ku hêzên siyasî û komên çekdar ên şîe yên Iraq dixwazin ku rê di rojavayê Musilê re derbas bibe, ji ber derbasbûna di xaka Başûrê Kurdistanê de dirêj dibe. Hate gotin, dibe sedema nehilbijartina Başûrê Kurdistanê  nakokiyên di navbera PDK’ê û aliyên şie de be. Têkildarî helwesta Tirkiyeyê jî hate diyarkirin ku dibe Tirkiye ji bo ’Rêya Geşkirinê’ di rojevayê Mûsilê re derbas bibe, bazaran bike.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê ’Piştî bersiva Hemas, derfetên navbeynkaran  ên serxistina agirbesta Xezayê’ weşand. Rojnameyê cih da bersiva Hemasê ya pêşniyara serokê DYA’yê Jeo Biden a der barê agirbesta li Xezayê de û hate gotin, bersiva Hemasê lez da tevgerên navbeynkaran (Qeter, DYA, Misir) yên bi armanca pêkanîna agirbestê.

Rojnameyê ku cih da nirxandinên pisporan "Derfetên navbeynkaran ên serxistina agirbestê li Xezayê di çarçoveyê du îhtîmalan; an Hemas û Îsraîlê tenazulan bidin an dê tevgerên navbeynkaran rawestin de sînordar maye.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, "Li gorî rayedarekî berê yê Wezareta Karên Derve ya Misirê astengiya herî girîng a niha ya li pêşiya navbeynkaran ku fikaran ji Hemasê re  çêdike ew e ku li cem Hemasê formeke zelal ji bo berdewamiya agirbestê ya piştî qonaxa yekem tune ye. Ev nezelalî maf dide Îsraîlê ku dan û standinan xera bike û dîsa li şer vegere."

’PIŞTÎ LUBNAN KETE NEXŞERÊYA DYA-FRANSAY ÇI HEYE?’

Rojnameya El Beyan bal kişand ser civîna di navbera serokê DYA’ê Jeo Biden û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de ku dawiya vê hefteyê  li Parîsê pêk hatibû. Hate diyarkirin ku ev civîn guhertineke nû di rewşa heyî ya Lubnanê de nîşan da.

Di nûçeyê de hat bi bîrxistin ku Biden û Macron di encamnameya civînê li ser van xalan li hev kirin "Parastina armaniya Lubnanê, ji bo pêkanîna vê armancê jî dê bi hev re li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 1701 bixebitin û divê bi lez valahiya serokatiyê were bidawîkirin ."

 Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên siyasî "Rojevkirina Lubnanê di civîna Biden û Macron de nîşaneyeke sereke ye ku dosyaya Lubnanê ji armancên pêşîn ên her du dewletan e. Çavkaniyên payebilind ji rojnameyê re diyar kirin ku Parîs di wê baweriyê de ye ku niha derfetek heye ku li ser hilbijartinên serokatiya Lubnanê bigihêjin rêkeftinekê. "

(bb)