Însiyatîfa Nûn: Azadî nayê tecrîdkirin û îradeya gelan têk naçe

Însiyatîfa Nûn bi boneya 9`ê Cotmehê daxuyanî da û diyar kir "Di vê rojê de em dengê xwe bilind dikin, na ji tecrîda siyasî û fikrî re, na ji polîtîka înkar û paşguhkirine re, erê ji azadî, diyalog, çareseriya siyasî û aştiyeke biedalet û daîmî re.”

Însiyatîfa Nûn: Azadî nayê tecrîdkirin û îradeya gelan têk naçe
9 cotmeh, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn têkildarî Komploya Navneteweyî (9`ê Cotmehê) ya li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"9`ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tîne bîra me, xwestin gelê Kurd ên ji bo doza kurdî tê dikoşin, bê deng bikin, fikrê wan qeyd bikin û projeya demokrasî, aştî û azadiyê dorpêç bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Hewl dan ku Ocalan dîl bigirin lê wan nikarîbû ku fikrê Rêbertî dîl bigirin, bê deng bikin lê Rêbertî xwe gihand hemû gel, jin û ciwanên ku di projeya wî de hêviya azadî, edalet û wekehviyê dîtin.

9`ê Cotmehê ne tenê bîranîneke biêş e ku em bi bîr tînin, di vê rojê de heqîqeta sîstema navneteweyî eşkere bû, ew hîna li gorî berjewendî û peymanan nêzî dozên gelan dibin û mafê insanan û azadiya wan dikin qurbanê hevsengiyên siyasî.

Jin wê li beramberî dîrokê bê deng nemînin û qebûlnakin ku hêzên serdest siberoja wê diyar bike, jinan li hemberî şer, zilm û paşguhkirine li ber xwe dan û dikarin ji bo aştî, azadî û civaka demokratîk pêşengtiyê bikin.

Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka siyasî çareser nake, girtîgeh jî nikarin li ber fikrandin bigire û tecrîd nikare îradeya gelan ji holê rake. Siberoja bi aram tenê bi rêya diyalog û çareseriya siyasî dikare were avakirin, polîtîka înkar, tecrîd û zilmê aramiyê çênake. Ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û xwîn nerije divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome û gavên cidî werin avêtin, an jî dê şerê mezintir çêbe û gel, jin û bindest dîsa bibin qurbanî.

Di vê rojê de em dengê xwe bilind dikin, na ji tecrîda siyasî û fikrî re, na ji polîtîka înkar û paşguhkirine re, ere ji azadî, diyalog, çareseriya siyasî û aştiyeke bi edalet û dayîmî re."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê ji bo azadiyê tê bikoşin, divê hemû jin li hember zilmê û ji bo gihaştina siberojeke birûmet, wekhev û edalet tê bikoşin. Azadî nayê tecrîdkirin, fikir nayê qeydkirin û îradeya gelan têk naçe.”

(np)