Bi zexta Şamê komcivîna banga fitneyê dike hat lidarxistin

Di komcivîneke ku bi zexta hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hat lidarxistin de, li şûna ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê û vekişîna wê ji Sûriyeyê bên nîqaşkirin, tehrîdkirina li dijî Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin.

Bi zexta Şamê komcivîna banga fitneyê dike hat lidarxistin
15 îlon 2024   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi piştî û zexta ji saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ku hewl da di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de derxe, duh "Komcivîna 5'emîn a Qebîle û Eşîrên Sûriyeyê û welatparêzên Sûriyeyê" li Humsê hat lidarxistin. Di komcivînê de daxuyaniyeke nepixandin û derewîn hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga parastina Sûriyeyê, yekbûna xaka wê û bidawîkirina dagirkeriyê hat kirin, lê tiştekî pratîkî ji bo wan nehat pêşniyarkirin.

Li gorî ajanseke bi ser hikumeta Şamê ve di axaftinan de hat gotin ku Rêveberiya Xweser wekî aliyekî "cudaxwaz" hat binavkirin. Lê Rêveberiya Xweser gelek caran xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞʹê, El Nusra û piştgiriyên wan Tirkiyeyê parastiye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku nêrînên beşdaran tev li hev bûn û cuda bûn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê û çavnebariya wê ya dagirkirina xaka Sûriyeyê wekî Lîwa Îskenderûn hatin paşguhkirin.

Tevî ku Rêveberiya Xweser - a ku xwe dispêre pergala neteweya demokratîk - banga pêkanîna diyalogê bi hikumeta Şamê re dike, ku krîz were çareserkirin, dagirker werin derxistin û Sûriyeyek nenavendî bi hemû pêkhateyên wê were avakirin, lê ev hikumet li şûna qebûlkirina diyalogê û sûdê ji tecrûbeya vê rêveberiyê wergire, li dijî Rêveberiya Xweser disekine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 25'ê Gulana borî de li bajarê Hesekê zêdetirî 5 hezar kesayetên ji eşîran, oldar û siyasetmedar di Civîna Niştîmanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de beşdar bûbûn. Di civînê de banga aştî, diyalog û dûrxistina ji nijadperestî, avakirina Sûriyeya yekbûyî û nenavendî ku hemû pêkhate tê de beşdar bin, hat kirin.

Di komcivîna ku bi zexta hikumeta Şamê hatiye lidarxistin de piştî çend hefteyan ji êrişa komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê li dar ket. Di encama wan êrişan de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Her wiha ew komcivîn hemwextî peymanên veşartî yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hat lidarxistin.

(mh)