Îsraîl: Li Xezayê 2 Filistînî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 Filistînî li Xezayê hatin kuştin.

Îsraîl: Li Xezayê 2 Filistînî hatin kuştin
26 kanûn, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li başûrê Xezayê 2 Filistînî kuştine ku hewl didan xeta zer derbas bikin û nêzî hêzên artêşê bibin.

Artêşê îdia kir ku "herdu mêr gefeke rasterast çêdikirin. Piştî ku hatin şopandin, hatin tunekirin."

Hêzên Îsraîlê di çarçoveya agirbesta ligel Hemasê de ku 10’ê Cotmeha îsal (2025) ket meryetê, ji xeta zer a Xezayê paşde vekişiyan.

Xeta zer ku Xezayê dabeş dike di navbera 1.5 û 6.5 kîlometreyan de dirêj dibe û dikeve nav beşa peravê. Bi vê yekê zêdetir nîvê herêma Xezayê dikeve bin kontrola Îsraîlê ye.

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr xeta zer wekî sînorê nû yê bi Şerîda Xezayê re ragihand.

(b)