Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin

Meclisa Çilaxayê ji bo nîqaşkirina astengî û zehmetiyên li pêşiya komînan û dîtina çareseriyan, bi hevserokên komînên bajêr û gundan re civiya.

Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
Li Çilaxayê kar û xebatên komînan hatin nirxandin
17 cotmeh, 2024   15:55
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo çalakkirina komînan û derbaskirina kêmasiyan, nîqaşkirina astengî û zehmetiyên li pêşiya kar û xebatên komînan derdikevin û dîtina çareseriyan, bi hevserokên komînên bajêr û gundan re civiya. 

Civîn li navenda meclisê hate lidarxistin. Hevserokên komînên bajêr û gundan, endamên komîteyên komînê, endamên Meclisa Bajarê Çilaxa û saziyên sivîl û xizmetguzariyê, tev li civînê bûn.

Cîgirê hevserokê Meclisa Çilaxayê Mihemed El Faris axivî û behsa xalên civînê kir.

Dûre raporên komînan hatin xwendin. Di raporan de, behsa kêmasî û zehmetiyên li pêşiya kar û xebatên komînan hate kirin.

Li gorî raporan, komîn herî zêde zehmetiyan di xebatên xizmetguzariyê yên mîna avê, kehrebe û sererastkirina rêyan de dikişînin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Çilaxayê Feysel Hesen axivî û got: "Ji bo naskirina projeyên şaredariyan ên 2025`an di dema pêş de dê bi komînan re civîn werin çêkirin."

Hesen pêşniyarên şêniyan ên di raporan de hatine bibîrxistin ku bi awayekî komînal kar û xebatên xwe bimeşînin, bi erênî nirxand û destnîşan kir ku şaredarî amade ye pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda bike.

Di raporan de, bang li Meclisa Bajêr hate kirin ku civîn bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re were çêkirin ji bo ku gilî û pêşniyarên wan ên der barê ewlehiyê de bên nîqaşkirin.

Piştî guhdarkirina raporan hevserokê Meclisa Çilaxayê Hemze Yunis, hevserokên komînan bi guhertinên di pergala komînan de ji bo çalakkirina wan hatine kirin, agahdar kirin.

Hevserokê Şaredariya Çilaxayê Feysel Hesen got: "Divê komîn kar û xebatên xwe bimeşînin. Li pêşniyarên şêniyan guhdar bikin û bi rêya çalakkirina komîteyan, erkên xwe bi cih bînin."

Hesen di heman demê de destnîşan kir ku dê pêşniyarên komînan binirxînin û ragihînin saziyên têkildar.

(şx)

ANHA