Bazirganekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê bazirgan û belavkerekî narkotîkê girt. Her wiha hebên narkotîkê yên bi wî re desteser kirin.

Bazirganekî narkotîkê hate girtin
Bazirganekî narkotîkê hate girtin
Bazirganekî narkotîkê hate girtin
Bazirganekî narkotîkê hate girtin
17 cotmeh, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir û aşkera kir ku li bajarê Hesekê bi kemînekê bazirganekî narkotîkê girtiye.

Agahiyên ku di daxuyaniyê de hatine parvekirin bi vî rengî ne: "Piştî xebatên şopandinê û li ser agahiyên ku hatine bidestxistin ku hebên narkotîkê ji Bû Kemalê derbasî Dêrazorê dike û dûre derbasî bajarê Hesekê dike, tîmên lêgerînê dest bi xebatên şopandinê kir. Duşemê bi kemînekê dema gihaşt bajarê Hesekê li ser sûc girt û hebên narkotîkê yên pê re desteser kirin."

Hêzê aşkera kir ku bi bazirganê girtî re, 7 hezar û 677 hebên Captagon û pere hatine desteserkirin.

Hêzê da zanîn ku bazirgan li xwe mikur hatiye ku bazirganiya narkotîkê dike û bi qaçaxî derbasî herêmê dike. Her wiha hêzê diyar kir ku ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî dê bazirgan û madeyên pê re hatine desteserkirin, sewqî dadgeha têkildar bikin.

Hêzê got xebatên wan ên ji bo girtina bazirgan û belavkerên narkotîkê berdewam in û bang li şêniyan kir ku gumana wan li tiştekî hebe yekser bi rêya vê hejmarê ‘0995966682’ li wan bigerin.

(şx)