Li Çilaxayê jinekê dawî li jiyana xwe anî 

Nivîsgeha Pêşîlêgirtina Sûc û Kongra Star ên bajarê Çilaxayê diyar kir ku li gundê Qasteban ê Çilaxayê jina bi navê H.E.E dawî li jiyana xwe aniye.

Li Çilaxayê jinekê dawî li jiyana xwe anî 
5 tebax, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Pêşîlêgirtina Sûc a Asayîşê û Kongra Star agahî dan ku jina bi navê H.E.E dawî li jiyana xwe aniye. 

Hate zanîn ku H.E.E 48 salî bûye û ji gundê Qasbetan ê Çilaxayê ye. Îro sibehê li mala malbata xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Nivîsgeha Pêşîlêgirtina Sûc û Kongra Star çûn cihê ku bûyer lê qewimiye û dest bi lêpirsînê kir.

Li gorî rapora Nivîsgeha Pêşîlêgirtina Sûc ji ber pirsgirêkên malbatî H.E.E dawî li jiyana xwe aniye.

Şêniyên gund jî gotin H.E.E û hevjînê xwe berî salekê ji hev veqetiyane û ew li gel malbata xwe dima. Hevjînê wê jî ji bajarê Girke Legê bû.

(np)

ANHA