Komîteya Koçberan: Vegera koçberên Serêkaniyê hate taloqkirin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê agahî da ku vegera koçberên Serêkaniyê hatiye taloqkirin û dema amadekarî bi dawî bibin, dê ragihînin.

Komîteya Koçberan: Vegera koçberên Serêkaniyê hate taloqkirin
5 tebax, 2026   13:27
HESEKÊ

Rayedarên Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji ANHA’ê re da zanîn ku vegera koma destpêke ya koçberên Serêkaniyê, ji ber rewşa rêxistinî û lojistîkê, hatiye taloqkirin. 

Her wiha komîteyê da zanîn piştî ku amadekarî bi dawî bibin, dê dema vegera koçberên Serêkaniyê diyar bikin û ragihînin.

(np)

ANHA