Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû

Li Hesekê buhayê kîloya mirîşkan ji 36 hezar lîreyan derket 45 hezar lîreyî. Ji ber rawestandina hawirdekirinê û kêmbûna hilberîna herêmî dibe ku buha bigihîjin 50 hezar lîreyî.

Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
Buhayê mirîşkan dîsa zêde bû
5 tebax, 2026   14:27
HESEKÊ

Li bazarên bajarê Hesekê, buhayê mirîşkan dîsa zêde bû. Buhayê kîloyekê di navbera 44 û 45 hezar lîreyê Sûriyeyê de ye.

Bazirgan û firoşkaran ev zêdebûn bi biryara rawestandina hawirdekirina mirîşkan ji Tirkiye û Iraqê ve girê da ku ev yek bûye sedema kêmbûna mirîşkan li bazarên herêmê.

Çend bazirganan destnîşan kir ku hilberîna çewlikên mirîşkan ên Hesekê têra bazarê nake, ji ber ku hilberîn li çend çewlikan rawestiyaye.

Bazirganan hişyarî da ku eger kêmbûn berdewam bike, dibe ku buhayê kîloyekê bigihêje nêzîkî 50 hezar lîreyî.

(k)

ANHA