Li Baxozê dibistanek hat vekirin

Li bajarokê Baxozê yê kantona Dêrazor dibistaneke nû hat vekirin. Dibistan ji aliyê şêniyên bajarok û Komeleya Perwerdehiyê ya Sose ve hat vekirin.

Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
Li Baxozê dibistanek hat vekirin
24 mijdar, 2024   16:57
DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Baxoz ê kantona Dêrazorê dibistaneke nû li taxa Şêx vekir.

Di destpêka merasîma vekirinê de berdevkê dibistana Emel bixêrhatina beşdaran kir û spasiya karmend û xebatkarên tamîrkirina dibistanê kir.

Yek ji xebatkaran, Hemûd El Xelef destnîşan kir ku dibistan ji 7 odeyên xwendinê û odeyeke rêveberiyê pêk tê.

El Xelef wiha got: "Vê yekê zehmetiyên çûn û hatina 3-4 kîlometreyan li pêş xwendekaran sivik kir."

Miheme El Taimê diyar kir ku ev dibistan xizmetî xwendekarên 4 taxên sereke dike.

El Taimê wiha domand: "Vekirina vê dibistanê gaveke girîng ber bi başbûna rewşa perwerdê ya li bajarok û dabînkirina atmosfêreke baş a perwerdê ji xwendekaran re ye."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bajarokê Baxozê 8 dibistan hene, ji wan 4 bi temamî hatine wêrankirin û di dibistanên mayî de nêzî 3 hezar xwendekar hene.

(mh/fr)