Koma dawîn a koçberan gihaşt Efrînê

Koma dawîn a koçberan ku vê sibehê ji Qamişlo, Hesekê û Dêrikê bi rê ketibû, gihaşt Efrîn.

Koma dawîn a koçberan gihaşt Efrînê
16 tîrmeh, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma dawîn a koçberên ji Efrînê ku vê sibehê ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê bi rê ketibû, beriya çend kêliyan gihaşt Efrînê.

Koma koçberan bi beşdariya cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl û endamê Koma Serokkomariyê ya Bicihanîna Peymana 29‘ê Çileyê Mustefa Ebdî ber bi Efrînê ve bi rê ketibû.

Vegera koçberan a li warê xwe di çarçoveya bicihanîna peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat.

(bb)

ANHA