Di Newroza Helebê de nîşaneya yekitiya gelan
Di Newroza Helebê de bi beşdariya bi hezaran Kurd û pêkhateyên din, peyamên aştî û azadiyê hatin dayîn û hêviyên pêşerojeke hevbeş hatin kirin. Di şahiyê de koçberên kantona Efrîn û Şehbayê jî îsrara xwe ya vegerê nîşan da.
Cara yekemîn e ku pêkhateyên Helebê bêyî qeyd û astengiyên Firqeya 4’an a rejîma Baas’ê Newroz pîroz kir.
Îro, li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hezaran Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê Newroza 2025’an de pîroz kir. Bi vê yekê beşdaran tabloyeke xwezayî ya hevgirtina gelan bi doza gelê Kurd re ku ew jî bûye mifteya aştiyê li herêmê, nîşan da.
Qada Şiqeyêf bi cilûbergên rengereng û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat xemilandin û şahî li atmosfera qadê serwer bû. Di govendan de jî yekitiya gelan û hevgirtina wan hatin dîtin.
JI KOÇBERÊN EFRÎNÊ PEYAMA GIRÊDANA BI XAKÊ VE
Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku 2 caran hatin koçberkirin jî di şahiyê de beşdar bûn. Koçberan bi hildana alên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) girêdana xwe ya bi xakê ve û îsrara vegera li ware xwe nîşan da.
TEVLÊBÛNA BALKÊŞ
Di şahiyê de ne tenê pêkhateyên Sûriyeyê, di heman demê de xwendekar û mamosteyên ji derveyî Sûriyeyê wekî Çad, Sûdan û Filistînê yên ku Zanîngeha Helebê dixwînin an wêneyan didin beşdar bûn. Her wiha akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên ji Siwêda, Hema û taxên din ên Helebê jî amade bûn.
PEYAMÊN AZADÎ, AŞTÎ Û YEK ÇARENÛS
Beşdaran di şahiyê de peyamên zelal û xurt ên girîngiya misogerkirina azadiyê û domandina têkoşînê ji bo mirovî û aştiyê û yekkirina çarenûsa, dan.
DIKA ŞAHIYÊ KULTÛR Û MODERNÎZM
Dika şahiyê bi xalîçeyên destkariyê, amûr û kelûpelên kultûrî hat xemilandin. Li herdu kêlekên dikê jî 2 ekranên mezin ên dîmenên şahiyê hatin danîn. Di nav beşdaran de jî cilûbergên Kurdî yên rengîn bal dikişand.
NEWROZ CEJNA AZADÎXWAZAN
Newroza 2025’an a Helebê peyameke xurt da cîhanê ku doza Kurdî êdî bûye dozeke civakî û gelêrî. Li rûyê beşdaran jî xuya bibû ku Newroz ne tenê cejna Kurdan e, lê cejna tevahî azadîxwaz û aştîxwazekan e.
(mh/bb)
ANHA