Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Desteya Hundirîn ji bo 7 û 8’ê Kanûnê biryarnameyek derxist û bang li şêniyan kir ku li gorî biryarnameyê tev bigerin.

Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
6 kanûn, 2025   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 7’an derxist. Di biryarnameyê de salvegera yekemîn a rûxandina rejîma Baasê li gelê Sûriyeyê hat pîrozkirin ku hêviya pêşketin, demokrasî, pirrengî û hevbeşî û azadî di Sûriyeyeke yekbûyî ya nenavendî de hat kirin.

Di biryarnameyê de hatiye gotin: "Ji ber zêdebûna tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku hewl didin sûdê ji salvegera rûxandina rejîma berê bigirin û fitneyê di nava pêkhateyên civakê de derxin, her wiha bi armanca parastina silametiya welatiyan û ewlehî û aştiya navxweyî, em van biryaran didin:

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojên 7 û 8’ê vê mehê de kombûn û çalakiyên girseyî qedexe ne.

Teqandina çekan û bikaranîna fişekên hewayî qedexe ne. Yên li gorî vê biryarê tev negerin dê bên cezakirin.

Tevahî dezgehên ewlehiyê divê tedbîrên xwe bigirin."

Hate bibîrxistin ku ev biryarname li gor biryara 19’an a ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye dayîn, pêk tê.

(bb)