Li gundewarên Minbicê li hember êrişan berxwedan dewam dike

Di berxwedana li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Li gundewarên Minbicê li hember êrişan berxwedan dewam dike
4 ÇILE, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şer û berxwedana li gundewarên başûr û rojhilatê bajar daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin:

"Li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê şerê di navbera hêzên me û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de bi dijwarî didome.

Çete nikarin bi pêş de biçin, hêzên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obîsan destekê didin wan."

(bb)

ANHA