Şaredariya Til Temirê: Em ê çalakiyên ji bo zimanê kurdî bidomînin

Şaredariya Til Temirê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ew ê çalakiyên xwe yên ji bo zimanê kurdî berdewam bikin.

Şaredariya Til Temirê: Em ê çalakiyên ji bo zimanê kurdî bidomînin
8 cotmeh, 2026   11:53
HESEKÊ

Li bajarê Til Temirê şaredariyê ji bo xwendina bi zimanê kurdî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevşaredar Ridwan Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin zimanê kurdî nasname û hebûna gelê Kurd e, divê garantiya mafê neslên nû ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, were dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li dikandaran jî hate kirin ku nav û tabelayên dikanên xwe bi zimanê kurdî binivîsin û li her derê bi zimanê kurdî biaxivin û bijîn.

Her wiha şaredariyê ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku daxwaza gelê Kurd a xwendina bi zimanê kurdî pêk bîne û di destûra Sûriyeyê de mafên gelê Kurd misoger bike.

Di dawiyê daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo zimanê kurdî berdewam bikin.

(np)

ANHA