Kesayeta neteweyî Mihemed Baqî Kotê koça dawî kir

Kesayeta neteweyî Mihemed Baqî Kotê yê ji bajarê Til Temirê di temenê 65 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Kesayeta neteweyî Mihemed Baqî Kotê koça dawî kir
17 kanûn, 2025   19:44
HESEKÊ

Îro, kesayeta neteweyî Mihemed Baqî Kotê yê ji bajarê Til Temirê yê Hesekê di temenê 65 saliyê de, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Kotê di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê de 38 şehîd dane, ji nav wan jî şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Qasim Kotê yê ku di 2015ˊan de şehîd bûbû, endamê Gumrika Cizîrê Ebdulxaliq Kotê yê ku di 14ˊê Adara 2024ˊan de li herêma Ebû Fas li ser rêya Şedad-Hesekê şehîd bûbû.  Keça Baqî Kotê, Nesrîn Kotê di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de ye, ku bi wê re rêya malbatê ya parastina nirxên azadî û rûmetê didomîne.

Di rêwîtiya xwe de Mihemed Baqî Kotê gelek erk di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wergirtin, herî dawî jî hevserokê Komîteya Olî ya bajarê Til Temirê bû. Baqî Kotê bi rola xwe ya civakî û niştîmanî, helwestên xwe yên piştgiriya nirxên jiyana hevbeş û aştiya navxweyî dihat nasîn.

Bi koça wî, bajarê Til Temirê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji kesayetên wateya fedakarî û berxwedanê bi cih aniye ji dest dide û li şûna xwe mîraseke têkoşînê û mirovahiyê hişt û wê di bîra xelkê herêmê de zindî bimîne.

(fr)

ANHA