Li Babê li dijî nelirêtiyê xwepêşandan

Li bajarê Babê yê girêdayî Helebê li dijî gendeliya di saziyan de xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Babê li dijî nelirêtiyê xwepêşandan
9 tîrmeh, 2026   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Babê yê dikeve rojhilatê bajarê Helebê bazirgan û welatî li dijî gendeliya diravî û îdarî, zêdebûna ruşwet û gendeliyê ya di saziyan de, xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên "Bazirgan beşeke gel in, lê rêveberiya herêmê me dijmin dibîne", "Rêveberiya herêmê pêşketina avahîsaziyê asteng dike" hatin vekirin.  Banga hesabpirsînê ji berpirsên gendeliyê û pêkanîna qanûnê li ser herî kesî hat kirin. Her wiha xwestin qanûn ji bo her kesî derbasdar bin.

Xwepêşandanan piştî belavbûna agahiyên ku beramberî kar û barên wî were meşandin bertîl ji welatiyekî hatiye xwestin, li dar ket.

(bb)