Amadekariyên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir

Amadekariyên pîrozbahiyên salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kirin.

Amadekariyên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
9 tîrmeh, 2026   14:49
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bi hatina salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012), îro (9 Tîrmehê) komîteya amadekar a ku ji endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel a Bajarê Qamişloyê, rêveberên meclisan, mamosteyên zimanê kurdî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) pêk tê, ji bo amadekariya pîrozbahiyê li hev civiya.

Komîteya amadekar civîna xwe li Nivîsgeha PYD`ê ya li taxa Erbewiye ya Qamişloyê li dar xist.

Li gorî komîteyê dê îsal pîrozbahî li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temir ên Cizîrê bên lidarxistin.

Di bernameyên pîrozbahiyan de dê çalakiyên hunerî û çandî jî hebin. Wê komên govend û stranan ên pêkhateyên herêmê jî tev li pîrozbahiyan bibin. Hunermendên ku dê ji derveyî Rojava werin beşdarî pîrozbahiyan bibin jî hene.

Endama komîteya amadekar a çalakiyan Şêrîn Dawûd ji ajansa me re diyar kir ku wê pîrozbahoyan di demeke nêz de aşkera bikin û got: “Di pîrozbahiyan de peyamên girîngiya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku lê hemû pêkhate azad bijîn, dê bên dayîn.”

Şêrîn Dawûd bang li gel kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku şehîdên wan bedela wê dane beşdarî çalakiyan bibin.

(sb)

ANHA