‘Civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê 12’ê Tîrmehê ye’

Çavkaniyên taybet ji rojnameya Şerq El Ewsat re got civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê 12’ê Tîrmehê ye.

‘Civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê 12’ê Tîrmehê ye’
9 tîrmeh, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet ji rojnameya Şerq El Ewsat re got civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) roja yekşema bê (12 Tîrmeh) ye.

Çavkaniyan da zanîn ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li ser sererastkirina rênimayên civîna vekirinê lêkoîn dike da ku eger serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera nikaribe beşdar bibe jî, civîn li gorî bendên sîstema demkî ya hilbijartinan, pêk were.

Çav li rê bû ku civîna yekemîn a parlamentoyê duşema borî hatiba lidarxistin. Lê komîsyonê bi biryarekê bo demek nediyar taloq kiribû, bêyî ku sedemên taloqkirinê aşkera bike.

(bb)