Rewşa tenduristiyê li gel êrişên dewleta Tirk bû mijara panelekê li Hesekê

TEV-DEM`ê li bajarê Hesekê ji bo nîqaşêkirina xebatên tenduristiyê li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker, paneleke şêwiriyê li dar xist.

17 ÇILE, 2025   22:11
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi koordîneya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê paneleke şêwiriyê lidar xist. Tê de geşedanên siyasî û rewşa tenduristiyê li gel êrişên dewleta Tirk nîqaş kirin.

Panel li bajarê Hesekê bi sernavê "Dest bi dest civakeke tendurist, demokratîk û azad a sûriyeyî ava bikin" hate lidarxistin.

Bi dehan bijîşk, endamên yekitiyên tenduristiyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokatiya TEV-DEM`ê hazir bûn

Di panelê de endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axivî û berxwedana şervanan li eniyên bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê û şêniyên nobetê li bendavê digirin, silav kir.

Her wiha Xelîl hewldanên kadroyên tenduristiyê silav kir ku di parastina tendurstiyê li herêmê di vê pêvajoya dijwar û êrişan de, roleke sereke lîstin.

Xelîl aşkera kir ku ew naxwazin ji Sûriyeyê qut bibin berovajî wê, banga avakirina dewleteke pirreng a demokratîk û nenavendî bi tevlêbûna pêkhateyên Sûriyeyê dikin.

Dûre beşdaran kêmbûna derman û pêdiviyên tenduristiyê li bajarên herêmê nîqaş kirin û gotin ew bi fikar in, êrişên dewleta Tirk ji vê zêdetir bandorê li qada tenduristiyê bike.

Beşdaran li hev kir ku divê bilez û bez destwerdan çêbibe ji bo ku pirsgirêka kêmbûna dermanan û pêdiviyên tenduristiyê bê çareserkirin.

Di dawiya panelê de, beşdaran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li dora bendava Tirşînê hate kirin ku rasterast bandorê qada tenduristiyê dike, nahêle ambulans bigihêje cihê êrişan û herêmên di encama êrişan de zirar lê hatine.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî kadroyên tenduristiyê û ambulansan hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êriş, jiyana sivîlan dixe xetereyê. Bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku desteka pêwîst pêşkêş bikin û jiyana karmendên tenduristiyê dabîn bikin.

(şx)

ANHA