Li Derayê teqîn: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li gundewarên Derayê 3 karkerên paqijiyê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê teqîn: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
27 nîsan, 2026   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê ragihandine, li bajarokê Beser El Herîr ê gundewarên Derayê 3 karkerên paqijiyê dema karê xwe dikarin, mayînek a bermahiyên şer bi wan de teqiya.

Nûçegihana me diyar kir ku di encama teqînê de her sê karkeran jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA