Li DYA’yê hilbijartinan dest pê kir
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo hilbijartinên serokatiyê sendoqên dengdanê hatin vekirin.
Li DYA’yê hilbijartina serokatiyê îro pêk tên. Li 50 eyaletên welêt dê hilbijêr dengên xwe bi kar bînin û serokê/a nû hilbijêrin.
Li gorî tora CNNˈyê ya DYA’yê, li eyaletên Connecticut, New Jersey, New York, New Hampshire û Virginiayê sendoq hatin vekirin.
Sindoqên pêşîn dê saet di 18:00 de bêne girtin. Sindoqên dawîn jî dê saet 01:00’an de bêne girtin.
Namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris û namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump ji bo serokatiyê hevrikiyê dikin. Her wiha di van hilbijartinan de endamên Meclisa Nûneran û sêyeka Senatoyê jî dê bêne hilbijartin.
Di dawiya rojê de, jimartina dengan dê dest pê bike, lê encamên fermî dibe ku dereng bimînin, ji ber ku tê payîn ku dengdayîna bi rêya postê û dengdana pêşwext, zêde be.
Ger Kamala Harris bi ser bikeve, ew ê di dîrokê de bibe jina yekem amerîkîya asyayî û yekem jina reşik ku dibe seroka DYA’yê.
(bb/k)