Bi 150 wêneyan 2`mîn Festîvala Wênekêşiyê dest pê kir

Îro li Qamişlo 2`mîn Festîvala Wênekêşiyê dest pê kir, ku 150 wêne tê de hatin pêşkêşkirin. Di çalakiyê de şehîdên medyayê Egîd Roj, Cîhan Bilgîn, û Nazim Deştan hatin xltkirin.

20 hezîran, 2026   16:31
QAMIŞLO

2`mîn Festîvala Wênekêşiyê, ku ji hêla Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyî ve hatî lidarxistin, îro li Qamişlo dest pê kir, ku 150 wêne hatin pêşandan. Di merasîma vekirinê de gelek wênekêş, pisporên medyayê û rewşenbîr beşdar bûn.

Çalakiyên festîvalê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo, bi beşdariya wênekêşên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, her weha rojnamevan, pisporên medyayê û hezkiriyên wênekêşiyê hatin lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyê Ehmed Mardînlî der barê girîngiya festîvalê axivî û destnîşan kir ku ew berhemên wênekêşiyê ji her çar perçeyên Kurdistanê tîne cem hev. Mardînlî diyar kir ku pêşangeh 150 wêneyên ku qonaxên cûda yên berxwedan û jiyanê belge dikin nîşan dide, her wiha destnîşan kir ku "wênegir mîna şervan e;,çawa ku şervan çeka xwe hildigire, wênegir kameraya xwe hildigire da ku kêlî û bûyerên dîrokî belge bike. "

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed axivî û diyar kir ku her wêneyek di pêşangehê nêrînek û ezmûnek mirovî nîşan dide.

Remziya Mihemed şehîdên medyayê û berxwedana li Bendava Tişrînê bi bîr anî, bi taybetî behsa şehîd Cîhan Bîlgîn, Nazim Deştan û Egîd Roj kir û diyar kir ku qurbaniyên wan bûne beşek ji bîrdanka şoreşê.

Cîgirê serokê Meclisa Bilind a Wênekêşan li Kurdistanê û serokê Komeleya Wênekêşan li Duhokê, Celal Arî jî axivî û bal kişand li ser girîngiya wênekêşiyê wekî amûrek ji bo parastina dîrokê .

Di dawiya çalakiyan de, Yekîtiya Wênekêşan belgeyn spasdariyê li hemû beşdaran belav kir, û kesên ku festival amade kirine jî hatin xelatkirin.

Xelateke taybet bi navê şehîd "Seyed Evren" ji bo şehîdên medyayê Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat dayin.

Xelata wêneyê herî baş ji bo Musa Talasi yê ji derveyî Rojava û Rod' Tahlo yê ji Rojava re hat dayîn, di heman demê de xelata çîroka wêneyê ya herî baş ji Nasih Xeyat û Elaa Farman re hat dayîn.

Çalakiyên festîvalê dê 2 rojan berdewam bikin.

(k)