Letîf Reşîd: Hilbijartin bi serketî pêk hat

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd destnîşan kir ku hilbijartina dema 6’an a parlementoya Iraqê bi serketî pêk hat.

Letîf Reşîd: Hilbijartin bi serketî pêk hat
11 mijdar, 2025   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd piştî dawîbûna dengdana dema 6’an ya parlementoya Iraqê peyamk da.

Letîf proseya hilbijartinê li hemû gele Iraqê pîroz kir û got: “Ev serketina karê demokrasiyê ye. Heman deme ev yek girêdana gelê Iraqê ya bi rêbaza aştiyane ya birêvebirina welat e.”

Serokomarê Iraqê hêviyê serketinê ji bo hemû aliyan xwest û diyar kir ku divê ruhê netewî û berjewendiyên bilind bên parastin û got: “Divê ji bo jîngeheke aram û aştiyane kar bê kirin.”