Leşkerên Tirk li ber vegera koçberan bûn asteng

Leşkerên dewleta Tirk ên li gundên El Menax û El Ezîza dimînin, nehiştin beşek ji koçberên Serêkaniyê û Til Temirê vegerin gundên xwe.

Leşkerên Tirk li ber vegera koçberan bûn asteng
8 cotmeh, 2026   14:51
HESEKÊ

Leşkerên Tirkiyeyê yên li baregehên li gundê El Menax û El Ezîza bi cih bûne, îro li herêma El Menax, Feyseliyê, El Derbo, El Kinêhir, El Seîd û El Hecac rê girtin û nehiştin beşek ji koçber vegerin gundên xwe.

Karwanê 4`emîn ê koçberên Serêkaniyê û Til Temirê îro ji Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê ketibû. Karwan di rêya di navbera Til Temir û Zirganê re çû û 514 malbat (4 hezar û 584 kes) tê de bûn.

(np)

ANHA