Larîjanî li Lubnanê ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Alî Larîjanî, serdana Lubnanê kir û bi serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî re civiya. Li ser rewşa Lubnanê û têkiliya bi Hizbullahê re daxuyanî dan.

Larîjanî li Lubnanê ye
27 îlon, 2025   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Alî Larîjanî, ji bo ku di salvegera yekem a kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah û serokê Konseya Rêveber a partiyê Haşim Sefîddîn de beşdar be, serdana Lubnanê kir. Di wê serdanê de bi serokê parlamentoya Lubnanê 

gihîşt Beyrûtê, serdana Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî kir.

Larîjanî di civîneke çapemeniyê de li Eyn El Tîna piştî hevdîtinê teqez kir ku pêwîstiya Hizbullah bi çekan ji devereke din tune ye.

Her wiha Elî Larîjanî diyar kir ku divê “amerîkî xwe wekî parêzvanên gelê lubnanî erkdar nekin”.

Der barê îhtîmala ku Îsraîl êrişeke nû li ser Îranê bike, Alî Larîjanî wiha got, "Em ji bo hemû senaryoyan amade ne, lê ez nafikirim ku Îsraîl bi bêaqilî tevbigerin. Ger wiha bikin, ew ê derseke xurt bistînin."

(ac/şx)

ANHA