Ji ber kontakê agir bi ofîsa ENKS`ê li Amûdê ket

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku ji ber kontakê, agirê bi ofîsa Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ya li Amûdê ket û da zanîn ku ti nîşane tine ne ku şewat bi zanabûn e.

Ji ber kontakê agir bi ofîsa ENKS`ê li Amûdê ket
27 îlon, 2025   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şewitîna ofîsa Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin:

‘’Piştî lêkolînkirin sedemên şewitîna ofîsa ENKS`ê ya li Amûdê, diyar bû ku ne pêkane ofîs ji derve ve hatibe vekirin, Ji ber ku ofîs li ser rêya giştî ye û li dora wê 3 mal hene. Lewma em teoriya ku şewat bi zanabûn hatibe kirin, dûr dibînin.  

Li gorî lêkolînan agir di odeyekê de di encama kontakê de dest pê kiriye û belav nebûye. Derî û pencereyên odeyê girtî bûn heta ku karmendê ofîsê sibê saet 7:30`an hate ser kar û dema derî vekir, oksîjen zêdetir bû û agir gûr bû.  

Ne kamerayên çavdêriyê û ne jî îfadeyên şahidan ti çalakiyek gumanbar tesbît nekirin, ne jî nîşanên destwerdanekê yan bikaranîna madeyên sojer nehatin dîtin.

Li gorî van daneyan û delîlên li ber destê me, em piştrast dikin ku agir ji ber kontakekê di hundirê odeyê de pêk hatiye, ti delîl tune ye ku agir bi zanebûn ji aliyê hin kesan ve hatibe vêxistin.

Em weke Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, radigihînin ku lêpirsînên ewlehî û fenî yên destpêkê bi temamî qediyane û van encaman piştrast dikin. Hêzên me ji bo ku ji detayên bûyerê piştrast bibin û zelalbûnê misoger bikin, ji nêz ve dişopînin, lêkolîn dikin û hemî hûrguliyên têkildar piştrast dikin.”

(ac/şx)

ANHA