Pêkhateyên Tirbespiyê daxwaza destûrekî nû dikin

Pêkhateyên Tirbespiyê gotin ku divê di destûra Sûriyeyê de mafên hemû pêkhateyan werin dayîn, dewlet demokratîk bibe û tê de rûmet û azadiya hemwelatiyan hebe.

Pêkhateyên Tirbespiyê daxwaza destûrekî nû dikin
30 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê ji ajansa me re axivîn û daxwaz kirin ku destûra Sûriyeyê ji nûve were nivîsandin.

Meryem Cindo ji pêkhateya Kurd e û Êzidî ye. Meryem got ku ew destûreke nû ya Sûriyeyê dixwazin û wiha got:" Em destûreke nû dixwazin. Di destûra nû de garantiya mafên hemû pêkhateyan û bi taybet mafên gelê Kurd were dayîn. Hevpeymana Civakî ya Rojava dikare ji tevahiya Sûriyeyê re bibe mînak. Hemû pêkhateyên Rojava 10 salan bê ku cûdayî têkeve navbera wan de, bi hev re jiyan kirin".

Mihemedxêr Xelîl Abdullah got ku:" Gelê Kurd di şoreşa Sûriyeyê de gelek bedel dan. Teror têk birin, ji ber vê yekê divê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Xelîl wiha dewam kir "Hemû pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin ku mafên wan ên qanûnî werin dayîn. Divê hemû Sûriyeyî di bin sîwana qanûn û destûrê de kom bibin".

Ebîr Elî ya ji pêkhateya Ereb diyar kir ku modela jiyana hevbeş li Rojava dikare ji hemû gelan re bibe mînak û wiha got:" Modela jiyana hevbeş li Rojava mînaka ku hemû pêkhate bi hev re bijîn û mafên wan were garantî kirin e.

Ebîr ev lê zêde kir "Yekitiya hemû pêkhateyan dê krîza Sûriyeyê çareser bike û pêşbixînê. Em dixwazin ku destûra Sûriyeyê ji nûve were nivîsandin. Divê nûnerên hemû pêkhateyan di nivîsandina destûrê de cihê xwe bigrin û li ser bingehê parastina maf, azadî û rûmeta hemû pêkhateyan destûr were nivîsandin. Destûr bingeha demokratîkirina dewletê ye".  

ANHA