Hevseroka Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Diyalog û parastin zimanên me ne

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku ew ê taxên xwe ji êrişên çekdarên desthilata Şamê biparêzin û got "Diyalog û parastin zimanên me ne."

Hevseroka Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Diyalog û parastin zimanên me ne
10 adar, 2025   15:02
HELEB

Komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê duh êrişî nuqteya hêzên parastina taxa Şêxmeqûsd û Helebê kir. Di encamê de 3 endamên hêzên parastinê û sivîlek birîndar bûn.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ev êriş bi senaryoyên dubarekirî bi nav kir û got: "Piştî hewldanên berê yên ji ji destpêka rûxandina rejîma Baasê ve, çekdarên girêdayî desthilata Şamê careke din êrişî taxa Şêxmeqsûdê kir. Ev êriş gefeke rasteqîn li ser jiyana zêdetirî 500 hezar sivîlan çêdike. Êrişên berê bûbûn sedema şehadeta hin şervanên hêzên parastina Şêxmeqsûdê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn."

Têkildarî êrişa duh jî, Hêvîn Silêman ev nirxandin kir: "Armanc ji êrişên dawîn xirabkirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye. Di heman demê de ji bo tirs di nava pêkhateyan de çêbe û hevgirtina şêniyan xirab bibe. Piştî ku bi rêbazên din têk çûn, vê carê bi zimanê çekan û hişk dixwazin birêxistinbûna şêniyan hilweşînin."

Hêvîn Silêman da zanîn ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke Sûriyeyê ne, tevî cudabûna wan a çandî û etnîk lê hevgirtî ne û got: "Em xwe bi rêxistin dikin û bi xwe herêmên xwe bi rê ve dibin, me tu carî êrişî derdorê nekiriye."

Hêvîn Silêman li ser rêbazên parastinê jî got: “Li hemberî êrişan bersiva me parastin tenê ye. Niyeta me ya ragihand şer li dijî aliyekî nîn e. Em zimanê diyalog û parastinê, ne yê êrişê digirin. Armanca me yekitiya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad e."

(bb)

ANHA