Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû

Kongreya Duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi encamnameyekê û hilbijartina hevserokatiya nû ya tevgerê bi dawî bû.

Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bû
10 gulan, 2024   21:27
HESEKÊ

2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma "Bi zanist û zanînê em ê xwe bi rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin" li Hola Serdem a Hesekê  hat lidarxistin. Nêzî hezar delege û endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de Foza Yûsif axivî û endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Sîham Mihemed perespektîfên Rêveber Abdullah Ocalan xwendin.

Piştre  endamê tevgerê yê kantona Cizîrê Ehmed Îsamîl rapora salane ya tevgerê xwend û sînevîzyonek li ser xebatên xwendekarên demokratîk hat pêşandan.

Di kongreyê de rêziknameya tevgerê hate xwendin. Li gorî pêşniyar û nêrînên beşdaran hinek bendên wê hatin guhertin û encamnameyek hat derxistin.

Li gorî encamnameya kongreyê;  ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê,  li hemberî tevahî cûreyên zilm û xebateke mezin were meşandin.

Di dawiyê de Jînda Ehmed û Îzedîn Mistefa wekî hevserokên Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA