Cotkar: Çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e

Metirsiyên cotkarên zeviyên wan li eniyên şer hene ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema çinînê de zeviyên wan bikin hedef. Cotkaran destnîşan kir ku ji bo wan çandina erda xwe, berxwedaneke li hember dagirkeran e.

Cotkar: Çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e
Cotkar: Çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e
Cotkar: Çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e
Cotkar: Çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e
11 gulan, 2024   06:17
EYN ÎSA

Şêniyên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê debara xwe bi çandiniyê dikin. Ruxmî ku piştî dagirkirina bajarê Girê Spî dawiya 2019`an, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne hedefgirtin, lê dev ji zeviyên xwe bernadin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cotkaran û amûrên çandiniyê dikin hedef. Bi topbarankirina rojane, zeviyan dişewitînin. Gelek zevî li eniyên şer in, ji ber wê lêçûna çandin û çinîna wan zeviyan zêdetir bû. Karker zû bi zû naçin nav wan zeviyan, ji ber ku metirsiya hedefgirtinê heye. Ji ber wê, ji destheqê normal zêdetir dixwazin. Di encamê de cotkar neçar dibin rûbera çandiniyê kêm bikin û tenê têra xwe biçînin ji bo ku zirarên di encama hedefgirtinê de kêm bikin.

20`ê Nîsanê bi destpêkirina çandiniyê re şêniyê bi avê Hesen Mihemed (27) ku bavê 2 zarokan e û ji gundê El Mixlet e, dema zeviya xwe av dida, ji aliyê sakvanekî dewleta Tirk ve hatibû hedefgirtin û şehîd bû. Zeviya Mihemed li nêzî gundê Um El Beramîl li nêzî Rêya M4 e.

Cotkarê bi navê Macid Mihemed bi nêzîkbûna dema çinînê re, li ber serê zeviyê xwe nobetê digire. Ditirse ku dewleta Tirk topan biavêje wir. Lê ruxmî wê jî, bi israr e ku li wir bimîne, ji ber ku ji bo wî çandinî jêdera bingehîn a debarê ye.

Macid Mihemed der barê hedefgirtina zeviyan de wiha axivî: “Dewleta Tirk û çeteyên wê, dema mewsima çandiniyê dest pê dike, traktor û patozan dikin hedef.”

Macid Mihemed wiha domand: "Di mewsima çandiniyê de topbaranê zêde dikin. Di çend salên borî de ji ber topbaranê, rûberên mezin ên zeviyan şewitîn. Zeviyên me li eniyên şer in, ew jî lêçûna çandiniyê li me zêde dike. Ajotin û çinîna van zeviyan, ji zeviyên dûrî eniyên şer bihatir in."

Macid destnîşan kir ku ew ê li ber xwe bide û erdê xwe bor nahêle.

Cotkarê bi navê Hisên El Elî jî behsa zehmetiyên ku dikişîne kir û got: "Heta komîteyên keşfê nikarin bên vir û piştgiriya pêwîst ji me re pêşkêş bikin. Ji ber ku ditirsin bên hedefgirtin."

El Elî da zanîn ku heqê ajotin û çinîna van zeviyan du qatî zeviyên din e, ji ber ku kesek naxwaze jiyana xwe bixe xetereyê û wiha pê de çû: "Piştî çinînê jî, em nikarin sûdê ji bermahiyên berhemê bigirin, şivan jî nikarin bên vir, ji ber ku dewleta Tirk wan dike hedef."

El Elî jî destnîşan kir ku dev ji erdê xwe bernade û ji bo wî, çandina erdê û girêdana bi wê ve berxwedana li hember dagirkeran e.

(şx)

ANHA